NY nikare tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres radigihîne, Encûmena Asayişa Navdewletî niha rengvedana hevsengiya hêzên cîhanê nade û Netewên Yekgirtî nikare tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres radigihîne, Encûmena Asayişa Navdewletî niha rengvedana hevsengiya hêzên cîhanê nade û Netewên Yekgirtî nikare tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike.

Antonio Guterres di hevpeyvînekê ligel kenala "SVT" a Swêdî de ragihand, rewşa niha Netewên Yekgirtî ji ya di serdema Yekîtiya Sovyet de cudatir e û got: “Amerîka û Rûsya serperiştiya hemû welatan nakin wek berê. Gelek welat niha li Rojhilata Navîn çalak bûne, ji nava wan jî Tirkiye, Îran û Siûdiye û ti blokên yekgirtî nîn in.”

Herwiha tekezî li ser wî yekê jî kir, Encûmena Asayişa Navdewletî niha rengvedana hevsengiya hêzên cîhanê nade û bi rewşa niha re nagunce û got, hin welat jî mafê Vetoyê bi awayekî xirab bikar tînin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve di sala 2011an de û heta niha, Rûsyayê 12 caran Veto li dijî projebiryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên derbarê Sûriyê de bikar aniye.

Li ser rewşa Sûriyê Guterres got, li Sûriyê gelek artêş, hêz û mîlîşyayên cuda hene û aliyek heye şerê tevahiya cîhanê dike. Herwiha şerekî sar jî li wî welatî bi rê ve diçe.

Diyar kir jî, li Sûriyê nakokî di navbera Şîe û Suniyan de hene û gelek nakokî li navçeyên din yên Sûriyê hene, ji ber vê jî Netewên Yekgirtî nikare tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike, bi taybet ku di nava Encûmena Asayişa Navdewletî de dabeşbûnek heye.

 

S. B