HPG: Me 19 leşkerên Tirkiyê kuştine

Hêzên Parastina Gel (HPG) dibêje wan 19 leşkerên Tirkiyê kuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) dibêje wan 19 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Li gor ragihandina HPGê, şeva borî hejmarek leşker ji bajarê Colemêrgê, li navçeya Çêlê derbasî sînorên Başûrê Kurdistanê bûne û di navbera wan û leşkerên Tirkiyê de pevçûnên dijwar rû dane.

Li gor HPGê, di encamê de 14 leşker hatine kuştin. Herwiha di encama teqandina bombeyên bicihkirî de jî 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Lê heta niha ji aliyê rayedarên fermî  yên Tirkiyê ve derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn. Çapemeniya Tirkiyeyê jî behsa bûyereka wiha nekiriye.