Egerên şkestina Lirayên tirkî beramberî pereyên din
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor zanyar û pîsporên aborî pênc sedemên sereke yên şkestina lirayên tirkî beramberî pereyên din, bi taybet hember dolar, euro û sterlin hene.
Dolar, Euro û Sterlin di dîrokê de di bilindahiya herî mezin hemberî Liraya Tirkiyê de ne.
Ew pênc eger ev in:
- Doza hemberî Riza Sarraf li Amerîka
- Bêbaweriya bi karta bankayî
- Bêbaweriya bi Bankeya Navendî (Merkez Bankasi)
- Pirsgîrekên ku ligel welatên din, bi taybetî welatên “hevkar” ên berê tên jiyandin
- Baweriya ku, aboriya Tirkiye ne di wê rewşa baş de ye wekî tê gotin