ENKS daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê dike, êrîşa li ser Efrînê rawestînin

ENKS êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe rabin ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê û parastina welatiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe rabin ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê û parastina welatiyan.

ENKS îro bi daxuyaniyekê operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê şermezar kir û ragihand, artêşa Tirkiyê li pêş çavên civaka navdewletî û bi taybet Amerîka û Rûsyayê topbarana Efrînê dike.

ENKSê da zanîn, ji ber rewşa Efrînê ya aram û ewle bi sed hezaran koçberên Sûrî li Efrînê bicih bûne û Tirkiye dixwaze Efrînê wêran bike.

Herwiha ENKSê tekez kir, gef û operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ewlehiya Tirkiyê naparêze bi qasî ku rewşa siyasî û ewlehiyê aloztir dike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Tirkiyê kir ku topbaran û operasyona xwe ya leşkerî rawestîne û rola xwe wek cîraneke dîrokî ji Sûriyê û herêmên Kurdî re bilîze.

ENKSê dawaz ji PYDê jî kir, bihaneyên ku Tirkiyê ber ji bo destpêkirina operasyona li dijî Efrîne nehêle û dev ji zimanê tûj berde û bi tena xwe biryarên çarenivîsî yên gelê Kurd nede.  

Di dawiyê de ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî, bi taybet Amerîka û Rûsyayê kir, bi erkên xwe rabin û deverên Kurdî û welatiyan ji vê êrîşê biparêzin.

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” dest pê kir. Di encama topbarana îro de jî ta niha hejmarek ji sivîl birîndar bûn.