Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ya Tirkiyê daxwaza HDPê ret kir

Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ya Tirkiyê, serlêdana HDPê ya bo pêdana pesendnameya şaredarên bi biryarnameyan ji kar hatine dûrxistin, ret kir.

K24- Hewlêr

Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ya Tirkiyê, serlêdana HDPê ya bo pêdana pesendnameya şaredarên bi biryarnameyan ji kar hatine dûrxistin, ret kir.

Komîsyona Hilbijartinê ya Tirkiyê, bi hinceta hê berê bi biryarnameyan ji kar hatine dûrxistin,  pesendname neda 7 namzetên HDP ku hatibûn hilbijartin. Şûna wan, pesendname dabû namzetên AK Partî ku di hilbijartinê de bibûn duyemîn.

HDP, bi armanca betalkirina biryarê serî li Komîsyona Bilind dabû. Komîsyonê îro biryara xwe aşkera kir û bi piraniya dengan serlêdana HDPê ret kir.