Tirkiye weşana Kurdistan24ê li ser satellita Turksatê ragirt

Desteya radio û televisyona Tirkiyê “RTTurk” di civîna îro de biryara ragirtina weşana Kurdistan24, Waar Tv û Rûdawê li ser satellita Turksat da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya radio û televisyona Tirkiyê “RTTurk” di civîna îro de biryara ragirtina weşana Kurdistan24, Waar Tv û Rûdawê li ser satellita Turksat da.

Di daxuyaniyekê de ku îro hate belavkirin, tê de hat, naveroka bernameyên Kurdistan24 û Waar TV metirsî ye li ser berjewendiya netewî ya Tirkiyê, ji ber wê me biryara ragirtina wan kenalan da.

Ji destpêka weşana Kurdistan24ê ve li Tirkiyê, çendîn car e rastî asteng û pirsgirêkan bûne û gelek bi zehmetî hat qebûlkirin, ji bo weşana xwe li ser satellite Turksat dest pê bike.

Beşa Tirkî ya malpera Kurdistan24ê ji beşên çalak yên Kurdistan24ê ye, ku rojane medyayên Tirkiyê nûçe û zanyariyan jê werdigirin.