Dadgeha herêmî sizayê 1 sal û 5 meh bo Baydemir pejirand

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, sizaya zîndankirinê ya Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr pejirand

K24 – Navenda Nûçeyan

 Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, sizaya zîndankirinê ya Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr pejirand.

Dadgeha Sizaya Giran a Diyarbekirê, bi tometa ku bêrêzî li polîsê Tirkiyê kiriye, salek û 5 meh sizaya zîndankirinê dabû parlamenterê HDPê Osman Baydemîr.

Di Dadgeha Dîlokê de doza Baydemîr îro hat dîtin. Baydemîr û parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê nebûn. Dadgeha Herêmî biryara dadgeha Diyarbekirê de cîh de dît û sizaya salek û 5 mehan pejirand.

Eger Dadgeha Bilind jî biryarê bipejirînê û biryar di parlamentoya Tirkiyê de bê xwendin, parlamentertiya Baydemîr bidawî dibe.

 

C.B