Heta Rewşa Awarte bidawî bibe, xwepêşandan li Mêrdînê hatin qedexekirin

Parêzgariya Mêrdînê bi daxûyaniyekê ragihand ku, heta Rewşa Awarte bidawî bibe xwepêşandan li Mêrdînê hatine qedexekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Mêrdînê bi daxûyaniyekê ragihand ku, heta Rewşa Awarte bidawî bibe xwepêşandan li Mêrdînê hatine qedexekirin.

Di daxûyaniya parêzgariya Mêrdînê de hatiye: “Li bajêr di meydanên vekirî û girtî de, her cure xwepêşandan, daxûyaniyên rojnamegerî, bibîranîn, vekirina standan, afîş û pankart vekirin di pêvajoya Rewşa Awarte de, bi destûra qeymeqamiyê ve hatine girêdan”.