Wezîra Berevaniya Almanya gihişte Hewlêrê

Wezîra Berevaniya Almanya (Ursula Von Der Leyen) gihişte Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û biryar e, li gel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efser û rahênerên Almanî bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berî demeke kin, Wezîra Berevaniya Almanya (Ursula Von Der Leyen) gihişte Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê.

Di serdanê de, wê Wezîra Almanî li gel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efser û rahênerên Almanî bicive, ku berî niha ji bo beşdariyê di şerê dijî DAIŞê de û perwerdekirina hêzên Pêşmerge, ew efser li Herêma Kurdistanê dest bikar kirin.

Ajansa Reutersê, ji ser zimanê Von Der Leyen veguhestiye, ku Almanya demekê dirêj alîkariya Iraqê kiriye daku di şerê dijî DAIŞê de serbikeve û ew girûp careke din dernekeve.

Herwiha Von Der Leyen got: Şerê DAIŞê birîneke dijwar di laşê Iraqê de hiştiye, em li vir in, daku em nehêlin careke din ew rêxistin li ser nigê xwe raweste. Em ji bo demeke dirêj li vir in, daku em alîkariya Iraqê bikin.

Herwiha li gorî Reutersê, nêzîkî 125 efser û rahênerên Almanî li Herêma Kurdistan û Iraqê hene.

Wezîra Berevaniya Almanya ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kir û berî serdana îro, di Sibata îsal de jî serdana Hewlêrê kir.

N.O