HDP: Kurdê ku Kurdistana azad nexwaze, çavê wî kûr e

Piştî ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara referandûma bo Serxwebûna Kurdistanê ragihand digel welatên cîhanê li Tirkiyê jî bû mijara sereke ya rojevê. Parlamenterên HDP û AK Partiyê ev biryar nirxandin û diyarkirin ev maf mafekî reva yê Kurdan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Piştî ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara referandûma bo Serxwebûna Kurdistanê ragihand digel welatên cîhanê li Tirkiyê jî bû mijara sereke ya rojevê. Parlamenterên HDP û AK Partiyê ev biryar nirxandin û diyarkirin ev maf mafekî reva yê Kurdan e. 

Parlameneterê HDPê Lezgîn Botan li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê axivî û da zanîn ku li der û dora Kurdan neyarê wan gelek in. Loma ji bo Kurdistaneke serbixwe divê danûstandina rêxistin û hizbên Kurdî bi hev re hebe. Botan got; “Em her çar perçe divê saziyeke wisa damezrînin da ku bikaribin bi hev re danûstandinê bikin û bi hev re bibin hêz. Dema ev yek çêbibe, wê hingî qîmeta me di nava dinyayê de zêdetir bibe û wê Kurdistan jî zûtir azad bibe.

Herwiha Lezgîn Botan ji K24ê re wiha axivî: “Kîjan Kurd Kurdistana azad naxwaze? Ew Kurdê ku Kurdistana azad naxwe çavê wî kûr e. Lê divê parlamentoya Kurdistanê demek ji demê bikeve meriyetê û bikeve nava kar û xebatan. Di wê parlametoyê de wê ew teksta Kurdistana azad bê xwendin. Li serê çiyayekî, serê girekî nayê xwendin. Ne wisa? Hingî ev meşrûyet çêtir dibe. Desteka gelê Kurd jî lazim e, di referandûmê de înşellah wê di asta herî bilind de derkeve. Tiştek bikeve ser milê me ji bo Kurdistanê, Kurdê azad û Kurdistaneke azad em li hemû çar parçeyên Kurdistanê di xizmeta gelê Kurd de ne.”

Parlamenterê Ak Partiyê Yahya Akman jî li ser biryara referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistan 24ê re avixî û diyar kir ku ev demek dirêje ku Kurdistan ji bo derve sîyaseteke pir rast dişopîne û bi Tirkiyê û cîhanê re jî pêwendiyeke baş datîne. Akman got; rêvberên Kurdistanê naxwazin ku şerê li Rojhilata Navîn bikeve nava Kurdistanê da ku karibe bi sulh û silamtiyê berdewam bike.

Parlamenterê AK Partiyê Yahya Akman got jî: “Bi rastî em jî dixwazin ew birayên me tu zirarê nebînin, tu nexweşî nekevin pêşiya wan. Ev referanduma ku çêdibe qerara Herêma Kurdistanê ye. Bila eleqeyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê her wextê xweş bin, her wextê berdewam bin. Herêma kurdistanê ji miletê xwe re çi qerarê bêje ji me re em encax jê re hûrmetê bigrin, ez şexsê xwe dibêjim û ez tu caran hêvî nakim ku eleqeyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê xera bibin.”

Her çiqas Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê biryara referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate ragihandin bi dilgiranî pêşwazî bikin jî, pisporên dîplomasiyê diyar dikin ku ew şêwaz ji bo polîtîkaya navxweyî tê bikaranîn, di demen pêş de ev helwest dê bigûhere û Tirkiyê wê nekeve wê rîskê ku têkîliyên xwe bi Kurdistanê re xira bike.