Encûmena Kurdên Almanya bangewaza hevkariya Kurd li diaspora dike

Encûmena Navendî ya Kurdan li Almanya (ZKD) civîna xwe ya rêvebiriyê di 7ê Berçile de lidar xist û çendîn guherîn û biryarên girîng wergirtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Navendî ya Kurdan li Almanya (ZKD) civîna xwe ya rêvebiriyê di 7ê Berçile de lidar xist û çendîn guherîn û biryarên girîng wergirtin.

Di civînê de rêvebiriya nû ya Encûmenê hate hilbijartin.

Ligor biryarên ZKD, dê her Çarşemiyan civîna ZKD were lidarxistin û ligor rewşê plana xebatê were pêkanîn. Çalakiyên di dema nêzîk de ZKD, ku ZKD dê lidar bixe: Semîner liser Roja Al a Kurdistanê li Munster û aheng li Hannover.

Parastina kultur, çand û zimanê Kurdî dinav Revenda Kurdî li diaspora de wekî erk ek girîng dibîn e, xebatê jib o yêkrêzî û hemahengiya mala Kurd li diaspora dike. Bangewaza komel û saziyên civaka sivîl dike, bi hevre kar, xebat û projeyên hevbeş saz bikin, ku di xizmeta civata Kurd li derveyî welat be.

 

 

C.B