32 endamên KESK’ê yên binçavkirî serbest hatin berdan

32 Endamên Platforma Kedkaran ên KESK’ê, ku li Diyarbekirê (17.05.2017) hatibûn binçavkirin; piştî şevek binçavkirî man, serbest hatin berdan. Ew endamên ku hatibûn binçavkirin, ji bo ku bala raya giştî bikişînin ser îxrackirinên endamên KESK’ê û greva birçîbûnê ya 70 rojan a 2 akademîsyenên li Enqereyê, di dema daxuyaniyê de hatibûn binçavkirin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, komek endamên Platforma KESK’ê ku bi Biryarnameyên Bi Hikumê Zagonî ji kar hatibûn îxrackirin; hem ji bo îxrackirina xwe hem jî ji bo piştgiriya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 70 roj in di greva birçîbûnê de ne, duh (17.05.2017) xwest daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê ji ber qedexeya civîn û çalakiyên derveyîn, polîsan destûra daxuyaniyê nedabû û piştî rageşiya navbera çalakvan û polîsan, 32 endamên platformê hatibûn binçavkirin. Endamên KESK’ê yên îxrackirî, piştî şevek di bin çav de hatin hiştin, îro (18.05.2017) serbest hatin berdan.