Ednan Muftî: Divê Kurd li ser pirsên netewî danûstandinê bike

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî radigihîne, divê Kurd bi Bexdayê re li ser pirsên netewî, mafên destûrî û budceya Herêma Kurdistanê danûstandinê bike. Tekezî jî li ser yekrêziya navmala Kurd kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ednan Muftî ji K24ê re got: “Pirsgirêkên ji piştî hilbijartinan li Iraqê derketine, ku hin aiyan tane li encaman da û parlemantoya Iraqê jî projebiryarek bo redkirina encaman pesend kir û arasteyî komisyonê kir, divê dest bi guftûgoyan bibe ji bo proseya siyasî ya Iraqê rastî pirsgirêkên zêdetir nebe û pirsgirên gelên Iraqê û berî her tiştî nakokiyên Herêma Kurdistanê bêne çareserkirin.”

Got jî: “Heger Kurd guftûgoyê bi Bexdayê re bike, divê daxwazên wan taybet bi pirsên netewî, mafên destûrî wek Kerkûk û Pêşmerge û budceya Herêma Kurdistanê be.”

Ednan Muftî amaje bi wê jî kir, biryara pûçkirina dengên Pêşmerge di hilbijartinên Iraqê de, biryareke sersam e, li hember van hemûyan, divê Kurd yekrêziya xwe biparêze û yek dengî guftûgoyê bike.”

S. B