Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê çend pirsan guftûgo dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Munchenê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Munchenê civiyan.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova beşdariya di Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê de ligel biryarbidestên cîhanê de civiya ye.

Pêş civîna bi Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re, Mesrûr Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê re civiyabû.

Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê îro di roja xwe duyemîn de birêve diçe, di konferansê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

Li gor zanyariyan, biryar e Mesrûr Barzanî îro bi Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek re bicive.

Her di perawîza konferansê de, duhî 15ê Sibatê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Salih Feyaz û hejmarek ji parlemanterên Almanyayê re civiyabû.

 

S. B