Çawîşoglu: Efrînê nadin Esed

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu di derbarê Efrînê de axivî û got, ew Efrînê radestî rejîma Sûriyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu di derbarê Efrînê de axivî û got, ew Efrînê radestî rejîma Sûriyê nakin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu li Enqerê di çarçova konferansekê de ragihand: “Divê em bizanin ka Lavrov çima tiştek wiha got. Li Efrînê em û Rûsya di nav koordînasyonê de bûn. Çavê me li axa Sûriyê nîn e. nabe ev dever radestî rejîmê bibe.”

Ev daxuyaniyên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê di demekê de ne, berî çend rojan Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, divê Tirkiye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Her di vê çarçovê de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihandibû, ew rêzê li yekperçeyîya xaka Sûriyê digirin û ti carî di plana wan de nîn e ku bajarê Efrînê dagîr bikin. Ewê Efrînê bidin dest encûmenekê ku ji xelkê Efrînê pêk bê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê nêzîkî du mehan, roja 18ê Adara bûrî Efrîn girtin, ta niha jî çekdarên opozîsyona Sûriyê di nava bajêr de ne dizî, talan û revandina welatiyên Efrînê dikin.

Niha jî bajarê Efrînê di rewşeke mirovî ya xirab de ye ku kêmbûna xwarin, vexwarin, derman û hemû pêwîstiyên jiyanê hene, ji bilî ku bi hezaran jî derbiderê Efîrnê rê ji bo wan naye dayîn vegerin gund û bajarên xwe.

 

S. B