Çavuşoglu: Ligel Amerika liser Herêma Ewle danûstandinan dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Ji bo avakirina herêma ewle û yekkirina têgihiştinan danûstandinên wan ên digel Amerîkayê berdewam dikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, avakirina herêma ewle beriya herkesî pêşniyara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bû û ji bo aramiya Suriyê gavek girîng e. Ew dê ji bo yekkirina têgihiştinên li ser herêma ewle, digel Amerîkayê gotûbêj bikin.
Çavuşoglu diyarkir: “Ji destpêke qrîza Suriyeyê ve heta niha Serokomarê me behsa avakirina herêma ewle dike. Dê di encama danûstandinan de diyar bibe, ka li ser avakirina herêma ewle hizrên Tirkiyê û yên Amerîkayê wekî hev in an wekî hev nîn in. Li ser vê meseleyê cara yekem Serokerkanê me û Serokerkanê Amerîkayê duhî li Brûkselê axifîn. Herêma ewle ji bo aramiya Suriyê û şerê terorê girîng e. Ji bo vê jî, dê danûstandinên me digel Amerîkayê berdewam bikin”.
C.B