Li Şemzînanê 2 paswanên ewlekariyê hatin kuştin 3 jî birîndar bûn

Di 6ê meha derbasbûyî de jî, hat ragihandin ku di encama teqîna mayineyke vedayî de, li navçeya Çelê ya Colemêrgê, 2 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de, li bajarokê Şemzînanê yê Bakurê Kurdistanê, 2 paswanên ewlekariyê hatin kuştin 3 pasewanên din jî birîndar bûn.

Jêderên xwecihî ragihandin, ku îro danê sibehê li bajarokê Şemzînanê yê ser bi bajarê Colemêrgê ve, dema ku paswanên ewlekariyê bi wesayitekê diçûn ser karê xwe, bombeya ku li ser rê hatibû danîn bi wan de teqiya û di encamê de, 2 pawanên ewlekariyê canê xwe jidest dan û 3 paswan jî birîndar bûn.

Di 6ê meha derbasbûyî de jî, hat ragihandin ku di encama teqîna mayineyke vedayî de, li navçeya Çelê ya Colemêrgê, 2 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê jî, ti aliyekî berpirsatiya xwe li ser teqîna Şemzînan ranegihand.

 N.O