Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Muqteda Sedir kirin

Li gorî encamên destpêkî, Hevpeymaniya Sairûn ku Muqteda Sedir piştevaniya wê dike, serkevtiya yekem e û derdora 54 kursiyan bidest xistiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Sedir ragihand, ku Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, serkevtina Hevpeymaniya Saîrûn di hilbijartinên Perlemana Iraqê de, li rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir pîroz kirin û hêviya serkevtin û pêşveçûnê ji wê hevpeymaniyê re xwetin.

Herwiha nivîsgeha Sedir ragihand, ku ji aliyê xwe ve rêberê Şepêla Sedir sipasiya serok Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî xwest ku biratiya di nav gelê Iraqê de bi tevahiya ol û netewan bihêz bibe û pêwendiyên hezkirinê di nav hemû aliyan de xurt bibin.

Roja 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraq hatin encamdan û li gorî encamên destpêkî, Hevpeymaniya Sairûn ku Muqteda Sedir piştevaniya wê dike, serkevtiya yekem e.

N.O