Fermandariya hêzên piştevaniya yekê: Emê Kurdistanê bikin goristana dijminan

Fermandariya piştevaniya: "Ewên dixwazin pêşeroja wan ji ya terorîstên DAIŞê xirabtir be, bila bên xwe biceribînin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya hêzên piştevaniya yekê ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê, hişyarî da wan kes û alî û hêzên ku gefan li xelk û axa Kurdistanê dikin û got: "Kes nikare nigê xwe li ser axa me deyne û çawa me çekdarên DAIŞê şikand, bi heman awayî emê rê li ber wan kes û aliyan bigrin ku bixwazin axa me dagîr bikin, ji ber ku îrada me bihêz e û xelkê Kurdistana xweştevî li pişta me ye."

Fermandariya piştevaniya yekê got jî: "Ewên dixwazin pêşeroja wan ji ya terorîstên DAIŞê xirabtir be, bila bên xwe biceribînin."

Herweha fermandariyê got: "Piştî ew serketina mezin ya ku gelê Kurdistan di piroseya referandumê de tomar kir û biryar li ser pêşeroja xwe da û bi rêjeyeke bilind dengê belê ji bo serxwebûnê biser ket, hin alî û kesatî dest bi gefan li xelk û axa Kurdistanê kirine, em wek hêzên Pêşmergên Kurdistan, di fermandariya hêzên piştevaniya yekê,  gelê xwe dilniya dikin ku ti kes nikare nigê xwe li ser axa me deyne û çawa me pişta DAIŞê şikand, emê bi heman awayî rê li ber wan kes û aliyan bigrin ku bixwazin axa me dagîr bikin, ji ber ku îrada me bihêz e û xelkê Kurdistana xweştevî li pişta me ye."

Fermandariya hêzên piştevaniya got jî: "Çawa di wê dema dirêj de em li pêşya hovtirîn dijminên mirovatiyê rawestiyan û me axa xwe ji wan pak kir, ji bo dilxweşkirina canê şehîdên me û bicîkirina encamên referandumê ku mebesta wê serxwebûna Kurdistanê ye, emê bi îradeyeke bihêz rawestin û Kurdistanê ji dijminan re bikin goristan."