Amerîka hişyariyê dide rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranê

Hevpeymaniya Navdewletî belavokên hişyaryê li beyabana Sûriyê avêtin û tê de hişyariyê dide rêjîma Sûriyê û mîlîyatên îranê ku ji dergehê Tinif nêzîkî nebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî belavokên hişyaryê li beyabana Sûriyê avêtin û tê de hişyariyê dide rêjîma Sûriyê û mîlîyatên îranê ku ji dergehê Tinif nêzîkî nebin.

Li gor hin ajansên opozîsyona Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî di wan belavokan de hişyaryê dide rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî ku ji dergehê tinif yê sînorî nêzîk nebin ku hêzên wan li wî dergehî ne û çekdarên artêşa azad a Sûriyê perwerde dikin.

Ew belavok ku li navçeyên ku di vê dema dawî de rêjîma Sûriyê kontrol kiriye hatne avêtin, tê de hatiye nivîsandin jî, heger ew ji wî dergehî nêzîk bibin, Hevpeyamniya Navdewletî dê wl yekê wek gaveke djiminatî bê dîtin û dê berevaniyê li hêzên xwe bikin.

Ev gava Hevpeymaniya Navdewletî piştî wê yekê hat, ku rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî li beyabana Sûriyê bipêş dikeve û karî xalekê li ser riya Şam - Bexdayê kontrol bike.

Tê zanîn, sala borî Hevpeymaniya Navdewletî navendeke leşkerî li Tinifê ava kir, ku hêzên Amerîkî û Brîtanî perwerdekirin û rahênankirina hin grûpên “Artêşa Azad” ji nava wan jî Ceyş Mexawîr El-Sewra dike.