Bexda: Divê Kurdistan rojane 250 hezar bermîl petrol bide me

Seed Hedîsî: Rêketin di nav Bexda û Hewlêrê de heye, ku Herêma Kurdistanê, ji petrola xwe û ya Kerkûkê, rojane 350 hezar bermîl hinarde bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bi navê Hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî ragihand, Hikûmeta Iraq wan tedîbîrên ku di yasaya budceyê de, hatine diyar kirin bicih dike, daku  pişka Herêma Kurdistanê ji budceya 2018an bişîne.

Hedîsî diyar kir, ku "Li gorî yasaya budceya îsal, pêwîst e Hikûmeta Herîma Kurdistanê, rojane 250 hezar bermîl ji petrolê radestî Bexdayê bike, lê heya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendî wê biryarê nebûye, herwiha rêketin di nav Bexda û Hewlêrê de heye, ku Herêma Kurdistanê, ji petrola xwe û ya Kerkûkê, rojane 350 hezar bermîl hinarde bike, di beramber de, wê Hikûmeta Bexdayê pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bişîne".

N.O