Artêşa Tirkiyê wênegireke Kurd ji zîndanên xwe berda

Dilşan Qereçol di roja yekê vê mehê de, bi tometa helgirtina kamîreyê li Efrînê hatibû girtin û ji bo bajarê Ezazê hatibû veguhistin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi opozisyona Sûryê ve, wênegira Kurd Dilşan Qereçol serbest berdan.

Dilşan Qereçol di roja yekê vê mehê de, bi tometa helgirtina kamîreyê li Efrînê hatibû girtin û ji bo bajarê Ezazê hatibû veguhistin.

Piştî derbasbûna 27 rojan di ser girtina wê re, wênegira Kurd hat berdan.

Di 18 Adara derbasbûyî de, Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê derbasî bajarê Efrînê bûn, piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ku di 20 Çileyê de destpê kiribû.

N.O