Şer û pevçûn li gundewarên Dêrazorê berdewam in

Şer û pevçûn li gundewarên Dêrazorê berdewam in û rêxistinek mafê mirovan dibêje, ji 10 Îlon a îsal ve û heta niha zêdetirî 800 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 450 şervanên HSDê jî, canê xwe ji dest dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn li gundewarên Dêrazorê berdewam in û rêxistinek mafê mirovan dibêje, ji 10 Îlon a îsal ve û heta niha zêdetirî 800 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 450 şervanên HSDê jî, canê xwe ji dest dan e.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, ku şer û pevçûnên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAÎŞê li rojhilatê Firatê berdewam dike û di şerê îro de 14 çekdarên wê rêxistinê li bajarokê Hecîn hatine kuştin û 5 şervanên HSDê jî, canê xwe ji dest dan e.

Rewangehê diyar jî kir, ji 10ê Îlon a îsal û heta niha 807 çekdarên DAÎŞê li rojhelatê Firatê hatine kuştin û 469 şervanên HSDê jî canê xwe ji dest dan e. Herweha ji ber bombebarana firokeyên Hevpeymanan 307 welatiyên sivîl jî hatine kuştin.

 

 

C.B