Parêzgeha Besrayê daxwaza federaliyê dike

Encûmena Parêzgeha Besrayê îro careke din daxwaz kir, wek Herêma Kurdistanê bibe herêmeke federalî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Parêzgeha Besrayê îro careke din daxwaz kir, wek Herêma Kurdistanê bibe herêmeke federalî.

Ev daxwaz ji aliyê hejmarel ji endamên Encûmena Parêzgeha Besrayê hat kirin.

Ev di demekê de ye, îro Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve bir.

Endamekî encûmenê ragihand, îro hejmarek ji endamên Encûmena Parêzgeha Besrayê daxwaz kirin, Besra bibe herêmeke federalî û desthilatên wê zêde bibin.

Ragihand jî, ji sedî 90 yê budceya Iraqê ji aliyê parêzgeha Besra ve dabîn dibe, nabe ew parêzgeh bi wî awayî bê piştguhkirin.

Jêderekî aşkere kir, pirsa herêmkirina Besrayê li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê û helwesta Iraqê ya derbarê referandûma îro ya Kurdistanê radiweste.

Hewlên herêmkirina Besrayê ji berî 2 salan ve dest pê kiriye û hejmarek ji kesayetî û berpirsên wî bajarî ve tê daxwazkirin, ku bajarê wan wek Herêma Kurdistanê bibe herêmeke federalî.