Keça Êzidî Eşwaq ji K24ê re çêroka xwe dibêje
K24 – Dihok
Eşwaq Hemîd di temenê 15 saliyê de û berî 4 sala di êrîşa DAIŞê ser Şingalê de hatibû revandin û bi 100 Dolarê Amerîkî hatibû firotan kesekî bi navê Ebû Humam.
Piştre Eşwaqê karîbû ji destê DAIŞê bireve û xwe bigihîne çeperên Pêşmerge û piştre di çarçova bernameyeke mirovî de wek penaber bo Almanyayê hatibû veguhastin.
Eşwaqê got, wê li bajarekî Almanyayê rastî endamê DAIŞê (Ebû Humam) yê ku ew kiriye û eşkence û zorî lê kiriye dît û polîsa Almanyayê bi wê yekê agahdar kir.
Keça Kurd a Êzidî ji ber tirsa wê ji Ebû Humam vegeriya Herêma Kurdistanê û di kampeke Êzidiyan de dijî.
Eşwaqê çêroka revandina xwe û 70 kesên din ên ji malbata wê ji aliyê DAIŞê ve û jiyana 9 mehên ku li cem DAIŞê maye û kiryarên xirab û eşkenceyên bi serê wan de dihatin kirin û dîtina wî çekdarê DAIŞê li Almanyayê ji Kurdistanê re got.