HPG: Me li Şirnexê 6 serbazên Tirkiyê kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel HPG ragihand, ku di encama şer û pevçûnan de li navçeya Qelebanê ya ser bi Şirnexê ve, gerîlayên wan 6 serbazên artêşa Tirkiyê kuştine.
Navenda pêwendî û ragihandinê ya HPGê diyar kir, ku gerîlayên wan 1ê vê mehê li navçeya Qelbanê, êrîşî bingeha serbazî ya Girê Mêşê kirin û di encamê de 6 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Tirkiyê, derbarê vê mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.