Nivîskarekî Iraqî: Xewna Kurd nêzîktir bû

Nivîskarekî Iraqî di gotarekê de dibêje: “Bawer nakim ku sizayên piştî birêvebirina referandûma diyarkirina çarenivîsê ya li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên cihên nakokiyê, xewna Kurdî ya ji bo serxwebûnê dûr xistibe, wek hin şîrovekar bidêjin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarekî Iraqî di gotarekê de dibêje: “Bawer nakim ku sizayên piştî birêvebirina referandûma diyarkirina çarenivîsê ya li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên cihên nakokiyê, xewna Kurdî ya ji bo serxwebûnê dûr xistibe, wek hin şîrovekar bidêjin.”

Nivîskarê Iraqî Ednan Husên gotarek di rojnameya “El-Şerq El-Ewset” de belav kir, tê de nivîsiye: “Xewna serxwebûnê ji bo Kurd ji berî roja referandûmê ne nêzîk bû, heta ku niha dûr bibe. Ji bo ku Kurd nêrîna xwe li ser diyarkirina pêşeroja xwe dan, hikûmetên Iraq, Îran û Tirkiyê li ser sizakirina Kurd li hev kirin û ew xistin dorpêçê  û hêzên Iraqa federalî li tevahiya navçeyên cihê nakokiyê û deriyên sînorî belav kirin û rêyên esmanî girtin.”

Ew nivîskarê Iraqî dibêje jî: “Ev xewn di dema sedsalî de dîlê hevkêşeyên navdewletî ma, ku ji dema şerê cîhanê yê yekem û di pişt re Rojhilata Navîn li ser împratoriyetên dagîrker hat dabeşkirin û Kurd li çar welatan (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) hetin dabeşkirin û rê nedan li hev kom bibin, wek ku çawa Ereb li 20 welatan belav kirin û rê nedan ku bibin yek. Ev hevkêşe heta niha nehatiye guhartin. Dîmenê Rojhilata Navîn di sedsala bîst û yekem de ji ya sedsala bîstan nehatiye guhartin, take cudahî ew bû, ji encama xebata Kurd a aştiyane û çekdarî di serdema Sedam Husên de mafekî atonomî bidest xist, ku Sedam Husên bi riya çekê kîmawî û enfalkirinê xwast desthilata xwe li ser bisepîne, piştre jî bû federaliyek ne temam û ne aram di serdema piştî Sedam a ne aram de.”

Nivîskar di beşeke din de dibêje: “biryar û rêkarên ne lêkolînkirî yên hikûmeta Iraqê li hember Kurd, dibe ku encamên wê li dijî daxwazên Iraqê yên parastina yekîtiya Iraqê be, yekgirtina her dewletekê bi yekîtiya pêkhateyên netewî, olî û siyasî pêk tê, lê biryar û rêkarên hikûmeta Iraqê li hember Kurd, dê bihêle Kurd hewlesteke tund di çarçova tevgerên netewan yan tevgerên Îslamî de bigire, bi taybet ku nifşê nû dûrî Bexda û dûrî hejmûn û desthilata wê jiya ye.”

Herwiha Ednan hişyariyê dide hikûmeta Iraqê û dibêje: “Rêjîma niha ya Iraqê bala xwe nedaye vê aliyê ji vê pirsê, ji ber wê jî rêkarên hikûmeta Iraqê ji piştî referandûmê girtine ber, wek sizadaneke bikomî ji Kurdan re ye, metirsiya vê yekê jî heye ku tevgerên netewperest yên tund derkevin, ku ne Mesûd Barzanî û ne ti serkirdayekî Kurd karibe kontrola rewşê bike.”

Ednan Husên di gotarê de gotiye jî: “Tekez ev gotara hikûmî û siyasî ya li hember Kurd di çarçova krîza referandûmê de, nikariye bawerî bi çend hezar Kurd bi helwesta hikûmeta Iraqê re çê bike û ev rêkar jî dijminane, mexrûr û kesatî bûn, nikarin Kurdên Iraqê qayil bikin ku dev ji xewna xwe ya dîrokî berdin û vegerin hembêza Iraqê.”

Di dawiyê nivîskarê Iraqî Ednan Husên dibêje: “Bi vê gotarê û bi vê siyasetê, me Kurd bêhtir ji vê malê dûr xistin û me hêşt ku bêhtir Kurd bi xewna xwe ya rewa bigirin, dibe ku pêwîstiya vê projeya Kurd bi sedsalekî din nebe, ku cibicî bibe.”