Kurdistan Serdozgeriya Cizîrê doza kuştiyan venake

Serdozgeriya Cizîrê doza kuştiyan venake

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, derbarê kesên li Cizîrê di jêrzemînê de hatibûn kuştin de pêwîstî bi vekirina dozê nedît û da xuyakirin, kesên hatine kuştin terorîst in û kuştina wan ne dijî yasayan e.

Serdozgeriyê li gor îfadeyên şahidên veşartî destnîşan kir, di jêrzemîna yekê de Muharem Erbekê 18 salî, di jêrzemîna duyem de Yasemîn Çikmaza 17 salî û di jêrzemîna sêyem de Remezan Birîmanê 22 salî endamên rêxistina terorê bûn û kuştina wan di çarçoveya armanca operasyonê de bûn.

Serdozgeriyê da zanîn ku, polîsan mafê xweparastinê bikar anîne, ev yek jî mafê yasayî ye û pêwîstî bi vekirina dozê tune ye.

Parêzer û malbatên kesên di jêrzemînan de hatibûn kuştin, dan xuyakirin, dîmen û delîlên bûyerê di dosyayê de cîh negirtine.

Li gor rapora komeleya mafê mirovan, li Cizîrê di dema operasyona xendekan de, di sê jêrzemînan de herî kêm 170 kes ku piraniya wan birîndar bûn, hatin şewitandin û hatin kuştin.