Tirkiye hêz şand ser sînorê ligel Sûriye

Ligor agahdariyên medya Tirk, Artêşa Tirkiye ji deverên cuda yên Tirkiye, barhîlgir bi barên çek û hêzên komando veguhestine ser sînor

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye dîsa hêz şand ser sînorên ligel Sûriye.

Ligor agahdariyên medya Tirk, Artêşa Tirkiye ji deverên cuda yên Tirkiye, barhîlgir bi barên çek û hêzên komando veguhestine ser sînor.

Ligor zanyariyan armanc ji vê hewldanê, bihêzkirina Artêşa Tirkiye ya liser sînorê Sûriye ye.

Di dema dawî de, di aloziya Krîza Sûriye de, herweha liser sekna Tirkiye tê axaftin, ku di hewldanên hevkariyên ligel Rûsya û Amerika de lawazî di pozisyona Tirkiye de heye. Egerên vê jî, sernekeftina rêkeftina Idlibê ligel Rûsya û ligel Amerika jî, sekna cuda dinav aliyan de tê destnîşan kirin.

 

 

C.B