Erdhejekê li çend navçeyên Îranê xist

Ajansa Mêhr: Hêza erdhejê mezin bû, niha jî hêla telefonê li wê parêzgehê qut bûye û xelk ji tirsa çêbûna erdhejeke din ji malên xwe derketine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Kirman li rojhilatê Îranê erdhejek bi hêza 6.1 pile li gorî pîvana Rexter qewimî û heya niha ti amarek li ser ziyanên wê erdhejê nehatiye belavkirin.

Îro berî nîvro erdhej li bajarokê Hocdek yê ser bi parêzgeha Kirmanê ve çêbû, li gorî ajansa Mêhr ya Îranê, hêza erdhejê mezin bû, niha jî hêla telefonê li wê parêzgehê qut bûye.

Heman ajansê diyar kir, ku heya niha ziyanên wê erdhejê nehatine zanîn  û xelk ji tirsa çêbûna erdhejeke din ji malên xwe derketine.