Endamekî din yê PDK-S li Girkê Legê hat girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî din yê Partiya Demukrata Kurdistan a Sûriya li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişê ve hat girtin.
Jêderekî Partiya Demukrata Kurdistan a Sûriya ji Kurdistan 24ê re ragihand, “Dewriyeke asayişa li Rojavayê Kurdistanê, girte ser mala endamê PDK-S Nezhan Ehmed li gundê Gêrê yê girêdayî bajarokê Girkê Legê û ew ji bo cihekî nediyar birin.”
Nezhan Ehmed birayê şehîdê Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê Mihmed Reşîd Ehmed e.
Bi girtina Nezhan Ehmed, hejmara girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Girgê Legê û gundewarên wê, bû pênc kes.