Xamineyî serdana Rojhilatê Kurdistanê kir

Medya Îranê ragihand, ku di serdaneke neçaverê de, rêberê Îranê Elî Xamineyî gihştiye Kirmaşanê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Îranê ragihand, ku di serdaneke neçaverê de, rêberê Îranê Elî Xamineyî gihşte Kirmaşanê.

Li gorî medya Îranê, Elî Xamineyî şevê din bi awayekî nişkave serdana bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û ji nêzîk ve serdana navçeyên erdheja Kirmaşan û Serpêl zehaw kiriye û biryar e jî gotarekê pêşkêş bike .

Îro jî çend wêneyên Xamineyî li navçeyên erdhejê hatin belavkirin, û malpereke nêzîkî Supaya Pasdaran jî behsa serdana Xamineyî ji bo Kirmaşanê kiriye.