K24 – Minbic
li bajarê Minbicê yekemîn car e şahiya Newrozê ji piştî rizgarkirina wî bajarî birêve diçe.
Peyamnêrê K24ê li Minbicê ragihand, ji destpêka krîza Sûriyê ya berî şeş salan ve, yekem car e li Minbicê rêwresmên cejna Newrozê lidar dikevin.
Newroza Minbicê ji aliyê rêveberiya bajêr vet ê lidarxistin û hemû pêkhateyên Minbicê tê de beşdar in.
Herwiha ji berî krîza Sûriyê ve û di dema rêjîma partiya Beis ve, Kurdan li Minbicê di bin metirsiya binçavkirin û girtinê jî pîrozbahiyên Newrozê lidar dixistin.
HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 15 Tebaxa 2016an bajarê Minbicê de ji çekdarên DAIŞê kontrol kirin.
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar