Trump: Korya Bakur dest bi jinavbirina çekên etomî kiriye

Trump: Ji niha û pêve, Korya Bakur nema mûşekên balîstî têst dike û hemû bingehên çêkirina wan mûşekan wê jinav bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku piroseya jinavbirina çekên etomî yên Korya Bakur destpê kiriye.

Trump di çarçoveya civîna îdara Amerîkî de diyar kir, ku Korya Bakur çar ji mezintirîn bingehên têstkirina çekên etomî teqandiye û got: Ji niha û pêve, Korya Bakur nema mûşekên balîstî têst dike û hemû bingehên çêkirina wan mûşekan wê jinav bibe û heya niha yek ji wan hatiye jinavbirin.

Trump got jî: Giringtirîn tişt ew e, ku çekên etomî yên Korya Bakur bi temamî bên jinavbirin.

Roja diwazdê vê mehê, her yek ji serokê Amerîka Donald Trump û yê Korya Bakur Kim Jong Un li Sengapure civiyan û çend rêketin derbarê jinavbirina çekên etomî û mûşekên balîstî îmze kirin.

N.O