Sermayê berê xwe da Kurdistan
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî daxuyaniyeke Desteya Çavdêriya Seqayê, îro Çarşemê, şepêleke sermayê berê xwe dide navçeyê, bi taybet Bakur û Başûrê Kurdistan û pênc rojan berdewam dibe.
Di daxuyaniyê de ew deste pêşbînî dike ku roja Pêncşemê pileyên germê li Herêma Kurdistan dakevin bin sifrê û li deverên çîyayî berf bibare.
Herweha Desteya Çavdêriya Deqayê, diyar kir ku ew şepêla sermayê ji Tirkiyê destpê dike û digihêje heya navçeyên navend û başûrê Iraqê ku egera tozbarînê li wan deveran heye.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şepêleke berfbarînê destpê kiriye û çaverê ye ew şepêl îro Herêma Kurdistanê jî bigre.