Mike Pompeo bi fermî bû Wezîrê Derve yê Amerikayê

Bi erêkirina Senatoya Amerikayê Mike Pompeo, bi fermî bû Wezîrê Derve yê Amerikayê

K24 – Navenda Nûçeyan

 Bi erêkirina Senatoya Amerikayê Mike Pompeo, bi fermî bû Wezîrê Derve yê Amerikayê.

Senata Amerika berbijêrê Wezîrê derve yê Serok Donald Trump pejirand û bi vê awayî ew niha bi fermî Wezîrê derve yê Amerika ye.

Pompeo sûnd a xwe ya Wezîriyê dixwe û dest bi xebata xwe dike.

Pompeo berî destnîşankirina xwe ya ji bo postê Wezîriya derve, Serokê Dezgeha hewalgirî ya Amerika CIA bû. Piştî ku Trump Wezîrê berê yê derve Rex Tillerson jikar dûrxistî, wekî berbijêrê Wezîrê derve hate destnîşan kirin.

 

C.B