Hewla beşek ji YNK, ji Ereb û Tirkmenan li Kerkûkê şkestin anî

Hewla beşek ji endamên Yekîtî, Ereb û Tirkmenan ji bo diyarîkirina kesek wek Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ji cihê Rêbwar Talebanî şkestin anî

K24 – Navenda Nûçeyan

Hewla beşek ji endamên Yekîtî, Ereb û Tirkmenan ji bo diyarîkirina kesek wek Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ji cihê Rêbwar Talebanî şkestin anî.

Kurdistan 24 di vê pakêcê de rêkeftina di navbera Yekîtî, Ereb û Tirkmenan belav dike, ku li gorî rêkeftinê, Cemal Mewlûd wek bi tementirîn endamê civatê dê biçe cihê Rêbwar Talebanî.

Lê ji ber ku rêjeya yasayî ya civînê temam nebû û beşek ji wan kesên, ku rêkeftin kiribûn poşman bûn, civîn nehat encamdan.

Ev çendîn caran hewlên beşek ji YNK ji bo bidestxistina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgehê Kerkêkî pêkhatiye, lê her car heta niha şkestin aniye!

YNK dixwaze desthilata Kerkûkê di dest de bigre, lê rûdana 16ê Cotmehê baweriya xelkê Kerkûkê jî, bi rêkxerên vê rûdanê nayê.

 

 

C.B