Telal Silo: Amerîka HSD çêkir daku çekan bigehîne PKKê

Telal Silo: Damezirandina HSD weke şanoyekê bû, xwediyê hizrên vê şanoyê jî nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de Birêt Mekgurk bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê berê yê HSD Telal Silo, piştî xwe radestî Tirkiyê kir ji ajansa Anadolê re got: "Damezirandina HSD weke şanoyekê bû, xwediyê hizrên vê şanoyê jî nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de Brett McGurk bû." Amerîka dixwest çekan bide YPG û PKK, Ji bo ev armanca wê eşkere nebe, rêxistinek bi navê HSD damezirand, herweha bi tu awayî çavdêrya çekan nedikirin û kengî YPG çek xwestiba Amerîka ji wan re dişand.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê Silo gotiye Amerîka dixwest çekan bide YPG û PKKê. Lê ji bo ev armanc eşkere nebe Amerîka rêxistnek bi navê HSDê daye damezirandin. Silo damezirandina HSDê wekî şanoyeke pênase kir.

Telal Silo got: “Amerîka HSDê damezirandin, da ku di rêya wê re çek bighên hêzên PKKê, û ev şanogerî bi hemangî ligel Amerîka dihate kirin û armanca Amerîka ji vê yekê da ku rojekê kes jê re nebêje te çek daye PKKê.”

Talal Silo pirsa Amerîka çima xwestiye rêyek wisa bikar bîne bersivand û got: Hemû fikir û siyaset ji aliyê Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê şerê li dijî DAIŞê Brett MC Gurk ve dihat destnîşan kirin. Berdevkê berê yê HSDê li ser pêwendiya YPG û PKKyê de jî da zanîn ko: Li Rojavayê Kurdistanê yên ku ferman û biryaran didin serkirdeyên PKKê yên li Qendîlê ne.

Telal Silo got: “Her cihek yan fermangehek ya şaredariyek çiqasî biçûk ba jî divê çavdêrekî PKKê li wir heba ji bo çavdêrî û rêveberiya wan cihan bike.

Talal Silo di 15ê Mijdara bûrî de xwe radestî Tirkiyeyê kiribû.

Fermandariya Giştî ya HSD bi daxuyaniyekê ragihandibû, Telal Silo di nava hêzên wan de kesek rêzdar bû û hemû erkên xwe bicih dianî. Lewma Tirkiye zext li wî dikir û gefa kuştina zarokên wî yên li Tirkiyê dimînin dixwar. Ji ber van gefan Talal Silo daxwaza destjikarberdana xwe jî dikir.