Şêx Mistefa: Heşd ji DAIŞ xirabtir e û navçeyên Kurdistanî şîe dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandeyî hêzên heftê yên Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa ji Kurdistan24ê re ragihand, Tiştê Heşda Şeibî li Xurmatû kiriye DAIŞê ew nekiriye û got: "Pêwîst bû piştî bûyerên Xurmatû Ebadî dev ji postê xwe berda ba û ji Iraqê derketiba."
Şêx Mistefa diyar kirr, piştî ku hêzên şîe pêkhateya sunnî li Iraqê ji hole rakirin, niha ew hêzên şîe êrîşî Kurdan jî dikin û dest bi şîekirina Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanê kirine.
Herweha got: "Ebadî lîstokeke di destê her kesî de, heger hêzên Pêşmerge nebana wî nikarîbû ti carî Musilê kontrol bike."