Sûriyê Rêjîma Sûriyê amade ye girtiyan bi hev biguhêre

Rêjîma Sûriyê amade ye girtiyan bi hev biguhêre

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê radigihîne, ew amade ye girtiyên di zîndanên xwe de bi hin kesên ku ji aliyê opozîsyonê ve hatine revandin, biguhêre.

Jêderekî fermî ji hikûmeta Sûriyê ji ajanasa “SANA” ya Sûrî re ragihand, hikûmeta Sûriyê amade ye operasyoneke bihevguhartina girtiyan bi grûpên opozîsyonê re bike.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ev amadehiya rêjîma Sûriyê bo bihevguhartina girtiyan bo wê yekê tê, ku jiyan û saxiya her welatiyekî Sûrî biparêze û di çarçova hewlên civîna Astanayê ya bo bihevguhartina girtiyan de.

Biryar e di 15 û 16 vê mehê de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo gotûbêjkirina rewşa agirbesta li Sûriyê, şandên rêjîm û opozîsyonê ve careke din li Astanayê bicivin. 

Gelek rêxistinên mirovî û hiqûqî dibêjin ku bi deh hezaran girtî di zîndanên rêjîma Esed de hene, ku girtî rastî îşkence, birçîbûn û bidarvekirinê tên. Rêxistina AMNESTY raporek berî çend rojan belav kiribû û gotibû, hikûmeta Sûriyê bêtir ji 13 hezar kes di zîndana Sêdnayayê de bidarve kirine.