50 sivîl li Bokemalê hatin kuştin

Di 36 demjimêrên borî de nêzîkî 50 welatiyên sivîl li bajarokê Bokemala ser bi Dêra Zorê ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeya

Di 36 demjimêrên borî de nêzîkî 50 welatiyên sivîl li bajarokê Bokemala ser bi Dêra Zorê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê li ser gundewarê  bajarê Bokemalê herî kêm di 36 demjimêrên borî de 50 kesî canê xwe ji dest daye, ku nîvê wan jin û zarok in.

Li gor Rewangehê, ew yek jî tê, weke bersivekê ye ji aliyê hêzên rêjîmê ve li ser jidesdana wê ji bajarê Bokemalê re ku çekdarên DAIŞê careke din di 11 vê mehê de ew bajar kontrol kiribû.

Berî niha artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hêzên wê bajarê Bokemal yê ser bi Dêra Zorê ve bi temamî kontrol kirine, lê çekdarên DAIŞê dubare ew bajar kontrol kir.