Barzanî: Dewleta Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan e

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, serxwebûn bo rêgirtin li rûdanên xirabtir e û dibêje: Pêkhate her dem rûbirûyî karesatan bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, serxwebûn bo rêgirtin li rûdanên xirabtir e û dibêje: Pêkhate her dem rûbirûyî karesatan bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotrekê de ligel nûnerên pêkhateyîn Kurdistanê civiya, Serok Barzanî got:

Dibe ku hin bipirsin, ji bo çi xelkê Kurdistanê ev biryar daye? Ma ev biryar nû ye? Di baweriya min de ev biryar ne nû ye û gelekî kevin e, lê di roja 7ê Hezîranê hemû aliyan, hemû pêkhateyên Kurdistanê biryar dank u roja 25ê Îlonê 2017an referandûm bi rê ve biçe. Referandûm biryareke wêrek û di cihê xwe de bû.

Heger vegirin dîrokê, bi Iraqê em di du qonaxan re derbas bûn. Ya yekem ji piştî şerê cîhanê ya yê yekem û ya 2003an. Ya Duyem jî ji 2003an ta niha. Xelkê Kurdistanê du caran Iraq rizgar kir, carekê ji piştî bidawîbûna şer, pirsgirêkeke mezin di navbera welatên hevpeyman û Tirkiye li ser wîlayeta Mûsilê, wê serdemê jî Iraqê sê wîlayet bû (Mûsil, Bexda û Besra) wê demê xelkê Kurdistanê deng da ku ligel Iraqê bin, biryareke rast bû yan şaş bû, em nikarin biryarê li ser wê serdemê bidin. Heger xelkê Kurdistanê deng nedaba Iraq bê wîlayeta Mûsil dibû. Cara duyemî jî pirsa dengdana destûr bû, dîsa heger ne ji xelkê Kurdistanê ba, pirsa destûrê biser nediket. Di cara yekem de pêwîst bû em di vî welatî de hevbeş bin, lê beşa me di wê hevbeşiyê de ligel we karesat, wêranî, enfal, kîmyabaran û komkujî bû.

Tevî me hewl da careke din rûpeleke din ligel Iraqê vekin. Em çûn Bexdayê û me got emê Iraqeke federalî ya demokrat ava bikin û hemû xelkê Iraqê û bi hemû pêkhate, netew û olan bijîn û erk û mafên hemûyan diyar bin. Lê mixabin tu guhartinek di hizrê kesên desthilatdar de nebû. Berê xelk kîmyabaran kirin û enfal kirin, piştre di 2003an nanê xelkê Kurdistanê birîn, ev jî enfaleke din bû. Hemû hewlan wan me bo hevbeşiyê têk çûn.

Ji ber wê çûn Bexda û ligel Serokwezîr û Hevpeymaniya Niştimanî û me got hevbeşiyê şikestî anî, werin em bi du cîranên baş bin hevpeymanên hev bin.

Armanca me ji vê ku em rêgir bin li bûyerên ne xweştir. Ez wiha dibînim ku di pêşerojê de. Bi me re dibêjin vegerin hêla kesk. Hêla kesk hêla di navbera Pêşmerge û artêşa Sedam bû, ne sînorê Kurdistanê ye. Heger derkevî, tu yê çi ji wîjdanê xwe, ji xwediyên şehîdan û miletê xwe bibêjî? Dernekevî tûşî şer dibî.

Ji aliyê min gelekî seyr bû, di 7ê Adara 2003an de, nameyek ji komteya Bakur derketiye, ku ne ji bo Kurd û ne ji bo Tirkman nabe li Kerkûkê ne xanî û ne jî erd bikirin û bifiroşin. Hemû pêkhate karest bi ser de hatine.

Em nabêjin ku dewleteke netewî ya Kurdî ava bikin. Kurdistan bo xelkê Kurdistanê ye. Kurdistan ne tenê bo Kurd e, bo Kurd, Tirkmen, Asûrî, Kildam, Ermen û hemû pêkhateyên li Kurdistanê ne.

Bo me derkefteke hate pêş, serkirdeyên me bi dirêjahiya dîrokê bo serxwebûna welatê xwe xebatê bikin, lê derfeta ku niha hatiye pêş berê nebûye.

Hûn azad in, tevahiya azadiya we heye ku çawa dixwazin biryara xwe bidin. Em dixwazin ew gilî û gazindeyên ku niha li Bexdayê dikin, di pêşerojê de heger dewleta Kurdistanê dirust bû, hûn heman gilî û gazindan nekin. Em dixwazin hevbeşê hev bin û destûrek bê nivîsandin, ku hemû pêkhate di wî welatî de hevbeş bin.

Dilniya bin di nivîsandina destûrê ku hemû pêkhate di vî welatî de hevbeş bin. Hûn dilniya bin, di nivîsandina destûr de beşdar dibin û çi gerentiyê dixwazin bo pêkve bijîn jî, em daxwaza me ye jî.

Pêkvejiyan ferhengeke kevin li vî welatî. Em pê şanaz in. Li yek gundî milsilmanek, Xiristiyanek û Cihû jî tê de bûye û tu kesî hest bi cudahiyê jî nekir. Em dixwazin wê ferhenga pêkvejiyan û hevqebûlkirinê fereh bikin.

Armanca çûna şanda me bo Bexdayê ne ji bo cibicîkirina hin xalên destûrê bû,  şanda me çû ku çawa bibin du cîranên baş. Ezmîneke me ya tehl ligel Iraqê, gelek soz dabûn, lê cibicî nekirin.”

Derbarê helwesta dewletan, min tu demekê negot ku dewletek tê û piştevaniya me dike, lê ta niha jî tu dewletekê negotiye em li dij in. Ew dibêjin niha dem ne guncaw e, ji ber ku tekîz li ser şerê DAIŞê kêm dibe. Ez bixwe baweriya min bi wê buhaneyê nîne, ji ber ku tu carekê terkîz li ser şerê DAIŞê kêm nabe.

Heger dem ne guncaw e, çi demek guncaw e? Ji sed salî ve çaverê ne. heger em li bendê bin ku welatine bên û bibêjin fermo ev serxwebûn ji bo we ye, em qet tiştekî wiha nabînin. Gelek ji van dewletan li dijî ferderalîzmê bûn, li dijî hilbijartinên sala 1992an û ala Kurdistanê bûn, lê di encamê de bû emir waqê û danûstandin jî ligel wê kirin.

Ez nabêjim risk e, lê rîska çaverêkirin û çaverênekirin û neavêtina vê gave gelekî metirsîtir e heger em caverê bin û bibêjin çawa dibe û çawa nabe. Ez ji wê ditirsim ku sibe ji me re bibêjin ji wan cihan derkevin hêla Kesk. Bi tekezî wiha dê bibêjin. Heger derkevî, tu yê çi ji wîjdanê xwe, ji xwediyên şehîdan û miletê xwe bibêjî? Dernekevî tûşî şer dibî. Da ku em rê li vê karesatê bigirin, bila em bigihin jihevtêgihêştinekê, bi me xweş e jî ligel bi hevtêgihêştin û guftûgo be, bo ew jî dilniya bibin û em jî dilniya bibin.

Heger em vegerin sed salên borî, ne ew aram bûn û ne em aram bûn. herdem şer û kuştin bûn, heger rewş neba, emê li navçê bi nimûneyek bana. Her çi aborî hebûye pê agir hesin hate kirîn û ev welat wêran kirin, ji salên bîstan ên sedsala borî û ta niha.

Heger dewleta me hebe, aboriyeke bihêz, artêşeke bihêz, karînên baştir dibe, niha hin destkeft hene, lê dibe ku her demekê wan destkeftan ji me bistînin. Ji Banka Navdewletî tu qerzek bo Herêma Kurdistanê natê dayîn, ji ber ku dibêjin hûn beşek in ji Iraqê, Iraq jî beşê me nade me.

Bo biçekirina Pêşmerge, rêkeftineke me hebû, budceya Pêşmerge bidin, ji ber ku Pêşmerge ji sîstema bergîriya Iraqê ye. Lê nehêştin gule û çek ji Pêşmerge bê, dînarek jî neşandin ji Pêşmerge re.

Pêwîst bû madeya 140 di sala 2007an bihata cibicîkirin, lê cibicî nekirin, bila giliyê li xwe bikin, ne li me. Dibêjin pirsa referandûmê fewze û pirsgirêkan dirust dike. Gelek raya xwe derbibire, çi ziyanek ji xelkê û derve re dibe?

Heger vegerin ezmûnên welatên din jî, tu ezmûnekê serî negert, heger bi zorê bi hev ve bibe, yan bi zorê ji hev cuda bibe. Bulqanê. Çîkoslofakya, Almanya . me xwest ligel Bexdayê bin, lê wan şeraketî qebûl nekirin. Me tuhmetbar dikin, k utu bendeke destûrî nîne rê bide referandûmê, di destpêka destûrê de xalek heye dibêje, pabnedûna bi destûrê gerentiya yekperçeya Iraqê dide, lê wan 55 madeyên destûrê binpê kirin. ew destûr mafê dide me ku referandûmê bikin, ji ber ku wan ew destûr binpê kirin.

Niha jî em nabêjin bi tundûtûjî be, divê bi guftûgo be. em gihêştine wê baweriyê ku ev e çareserî ye, ji bo me û jib o wan jî.

Şanda me niha vegeriya ye, lê hîn em necivîne ku bizanin danûstandinên wê çawa bû. Nayê pêşbînîkirin jî ku di yekem civîn de bigihin encamekê, lê em ligel wê ne ku guftûgo berdewam bin.

Pirsa paşxistina referandûmê bi tu awayî nayê kirin, ji ber ku pêbaweriya me û gelê me berpirsyar in. ew welatên dibêjin referamdûmê bipaş bixin, divê bedîlê ji xelkê Kurdistanê re pêşkêş bikin ku ji referandûmê bihêztir be. Heger bedîl pêşkêş nekin, ji bo çi bipaş bixin. Tiştekî seyr e ku ji hemû gelên cîhanê re mafê derbirîna raya wan heye, tenê bo Kurd gawirî ye. Ev nayê qebûlkirin. Rêza me ji hemû welat û dostan re heye. Me çespand jî ku em fakterê aramiyê ne li navçê.

Dema DAIŞ hatiye, heger gihêtibana wan şaxên Kurdistanê, çawa dê DAIŞ ji wan navçeyan derbixistana, salek e mijûlî bajarekî wekî Mûsilê ne. divê spasiya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bikin, ji ber ku Pêşmerge metirsiyeke mezin ji bo tevahiya cîhanê têk bidin. Ew bi axaftin dibêjin ku rêzê li Pêşmerge û şehîdan û qurbaniyan digirin, lê dive berhema xwîna şehîdan hebe. ev xwîna ku rijiya ye nebe bo çarenivîseke nediyar be.

Min berî sê çar sal got, Iraq berve heldêrê diçe, divê hûn pêdeçûnê bi xwe ve bikin, heger ne, xelkê Kurdistanê biryareke din dide, hemûyan gotin, ev fişarek û muzayede ye. Li gor min ev ne babetek e ku muzayede li ser bê kirin, ev babeteke gelekî girîng û mezin e, çarenivîsa miletekî pê v eve girêdayî ye, çarenivîsa navçeyekê pê ve girêdayî ye.

Em ne fakterê gefê bo kesî, berûvajî wê em fakterê aramiyê ne, bi me xweş e jî pêwendiyên me ligel cîranan baş be.  

Dibe ku hinek bibêjin sînor dê bêne daxistin, hêvî dikim sînor neyin daxistin, bawer jî nakim ku bêne daxistin, heger hatin daxistin jî em zererê nakin, xelkê din zererê dikin. Niha wek dema berê ye, niha serdemeke nû ye, berjewendî têkel bûne û berjewendiya me bi hev heye. Em zimanê gefê jî ji tu ksî qebûl nakin.

Me tu daxwazek kiriye ku li dijî yasayî navdewletî, mafên mirovan û demokrasî be. Heger daxwaza me li dij be, em daxwazên vedikişînin. Li gor yasayên YN daxwaza mafên xwe dikin, de fermo bi zû bikin. Yan YN bibêje em poşmanbûne ji ber yasayên xwe, yan jî mafê me bidin me.

Ev pirs girêdayê îradeya gelan e, heger îradeya me bihêz be, cîhan dê rêzê li îradeya me bigire û danûstandinê jî bi me re bike.

Bo pêşeroja me divê sîstemeke federalî be û parzêgerine din ava bibin. Bila pêkhate dilniya bin, heta bîr li wê dikin sirûda Ey Reqîb jî pê de biçin, sirûdeke hebe nûnertiya rewşa niha bike, alayek jî nûnertiya hemûyan bike. Divê di her tiştî de hevbeş bin. Heger hûn naxwazin bi hev re bin jî hûn azad in. Heger we deng da mala we ava, we deng neda, dîsa hûn azad in.

Em hez dikin bi hev re bijîn, heger hûn tiştekî din dixwazin, em tu zorê li we nakin