Çalakvanek din a greva birçîbûnê dawî bi jiyana xwe anî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistan Bajarê Erzeromê çalakvanek din a Greva Birçîbûnê, bi nave Zehra Saxlam, dawî bi jiyana xwe anî.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku 400 girti bi armanca dorpêça li ser Abdullah Ocalan rabe û dawî li kiryarên xerap û ne yasayî were, di greva birçîbûnê de ne.
Pişti çalakiya Zulkuf Gezen û Ayten Becet, çalakvan Zehra Saxlem jî, di zindana Erzeromê de dawî li jiyana xwe anî.
Zehra Saxlam ji Bakurê Kurdistanê Bajarê Muşê ye û piştî dawî li jiyana xwe anî, Polisan bêyî ku malbata wê agahdar bikin cenaze rêkirin Navçeya Muşê Wartoyê.
Beriya 3 rojan Çalakvan Zulkuf Gezen, û duhî Ayten Becet bi armanca protestokirina Hikumeta Tirkiyê dawî li jîyana xwe anîbûn.
Polisân, bêyî agahdarkirina malbatên wan cenaze birin û veşartin.
C.B