Kurtulmuş: Ger em bêdeng bûna, gelek welatan referendûm nas dikirin!

Kurtulmuş: Enqere pêwendiyên xûrt ligel Iran û Iraqê nedanîba, piştî wê gelek welat amadebûn Referendûma Serxwebûna Kurdistanê binasin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş di hevdîtina xwe ligel rojnamevanan de li bajarê Antalya, bûyerên 2017an û bandoriya T irkiye nirxand.

Di nav sê bûyerên herî girîng ji bo Tirkiyê ,Referendûma Serxwebûna Kurdistanê û rêgiriya Tirkiyê hejmart. Kurtulmuş got ku, ger Tirkiye lipêş Referendûma Serxwebûna Kurdistanê nebûya rêgir û pêwendiyên xûrt ligel Iran û Iraqê nedanîba, piştî wê gelek welat amadebûn Referendûma Serxwebûna Kurdistanê binasin.

Kurtulmuş diyarkir, di vî warî de, Tirkiye karek mezin kir û encamek herî girîng wergirt. Nehişt Referendûma Kurdistanê bigihe armanca xwe.