S400 îsal radestî Tirkiye dibin

Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demîr dibêje, Rusya dê îsal mûşekên S 400 radestî Tirkiyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyeyê radigihîne: Ew dê sîstemên S 400 îsal aktîf bikin.

Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demîr dibêje, Rusya dê îsal mûşekên S 400 radestî Tirkiyê bike, dê sîstema mûşekan jî, di meha Cotmehê de werin aktîfkirin. Di derbarê balafirên F35 de jî, wî berpirsî ragihand, ko heta niha Amerîka 2 balafir radestî wan kirin e û dê 2 balafirên din jî meha bê werin radestkirin.

Tirkiye di sala 2017an de ji bo kirîna S 400an de peyman îmze kiribû. Lê Amerîka dijî vê peymanê ye û dibêje, ger Tirkiye S 400an bikire ew bêdeng namînin.

 

 

C.B