NYT: Hatina rejîmê bo Efrînê, ji Erdogan re jî dikare bibe çareserî

Rojnamevan Carlotta Gall di gotara xwe ya di rojnameya Newyork Times de diyar dike ku, “Hatina rejîma Suriye bo Efrînê, dikare ji bo Erdogan jî bibe çareseriyek.

K24- Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Carlotta Gall di gotara xwe ya di rojnameya Newyork Times de diyar dike ku, “Hatina rejîma Suriye bo Efrînê, dikare ji bo Erdogan jî bibe çareseriyek. Wekî bijardeyekê Erdogan dikare diyar bike ku: hêzên hukimetê kontrola Efrînê û sînoran girtine destên xwe û niha sînorên me ewle ne!”

Ligor Gall, bi vî awayî Erdogan dikare ji aloziya Operasyona Efrînê rizgar bibe û ji raya xwe ya giştî re bêje: pirsgîrêka me ya sînorî hate çareserkirin.

Di heman gotarê de pîsporê Rojhilata Navîn Michael Stephens tine ziman ku, “ketina Tirkiye ya Efrînê ne planek stratejîk, lê demkî demkî û taktîkî ye”.

 

C.B