Wezîrê derve yê Amerîka pêwendî bi Nêçîrvan Barzanî re kir

Washington berdewam ji Hikûmeta Iraqê dixwaze zemînê ji bo destpêkirina diyaloga ciddî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweş bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson tekez kir, ku Washington berdewam ji Hikûmeta Iraqê dixwaze zemînê ji bo destpêkirina diyaloga ciddî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweş bike heya bigehêjin armanceke baş.

Îro di pêwendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, ji bilî xwestina sersaxiyê bi nave xwe û welatê xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdheja hefteya derbasbûyî ku Herêma Kurdistanê jî girtibû, amadebûna welatê xwe ji bo her alîkarî û hevrêziyê nîşan da.

Tillerson dilxweşiya xwe li ser hêminbûna hêlên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de da xuyakirin û xweragirtina herdu aliyan ji bo parastina aramiyê bilind nirxand, herweha destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo rêzgirtin li şiroveya dadgeha federalî ya Iraqê derbarê destûrê, tekezî li ser parastina aramiyê jî kir ji bo xweşkirina zemînê ji bo diyalogekî ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser bingeha destûrê.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistan wekî her dem ragihandiye ew amade ye ji diyalogeke ciddî re li gel hikûmeta federalî ya Iraqê, daku hemû kêşe li ser bingeha destûrê bên çarekirin.

Herweha hêvî xwest ku Amerîka û welatên hevpeyman rola xwe di destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê de bilîzin û hevkar û piştevan bin.

Nêçîrvan Barzanî diyar jî kir, ku ew pêşwaziya her alîkariyekê ji bo mexdûrên erhejê dikin û tekez kir, ku pêwîst e dorpêça li ser firîngehên Herêma Kurdistan bê rakirin, bi taybet ku di warê mirovî de pêwîstiyeke mezin bi gihandina alîkariyan heye, ji ber ku beşekî mezin ji alîkariyan ji bo bêtirî milyonek û 500 hezar mişext û penaber li Herêma Kurdistanê, bi riya firîngehan tên gihandin.