Kurd bi sê nûneran di kongirê Riyadê de beşdar dibin

Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS, bi sê nûneran wê di kongirê Riyadê de beşdar bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS, bi sê nûneran wê di kongirê Riyadê de beşdar bibe.

Endamê Îtîlafa Niştimanî yê opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ji K24ê re ragihand, sibe şanda Îtîlafê wê biçe Riyadê ji bo amadekariyên li darxistina kongirê Riyad2 yê opozisyonê.

Bi gotina Hewas Egîd: "Şanda Îtîlafê ji 22 kesan pêk tê û sê endamên Kurd di nav wan de hene, ew jî her yek ji endamê desteya siyasî ya îtîlafa opozisyonê Fûad Elîko û cîgirê serokê Îtîlafê Ebdilbast Hemo ne."

Berî niha jî endamê platforma Qahîre Qasim Xetîb ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihandibû, ku civînên amadekariyê ji bo kongirê Riyad2, wê îro destpê bikin û du xalên nakok hene: "Awayê danîna destûreke nû ji Sûryê re û pêşeroja Beşar Esed."