Li Rihayê şerê hilbijartinê-3 kuştî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di dema bangeşeya hilbijartinê de rêvberên DBP û namzetê AK Partî pevçûn. Di encamê de 3 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.
Parlamenterê AK Partî yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz, li Pirsûsê di dema bangeşeya hilbijartinê de bi rêveber DBPê re pevçûn, pişt re malbatên aliyan jî beşdarî şer kirin û di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn.
Li gor agahiyan, birayê parlamenterê AK Partî cihê bûyerê de canê xwe jidest da û 8 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin, xizmên parlamenterê AK Partî piştre êriş birine ser nexweşxaneyê û ji birîndaran du xizmên rêvberê DBPê kuştin e.
C.B