Kiliçdaroglu: Bo çareseriyê me 13 xal kirin destê Erdogan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, wan ji bo çareseriya krîza Tirkiyeyê 13 xal pêşkêşî Erdogan kirine, lê Erdogan nerazîbûn nîşan daye.
Kiliçdaroglu bi riya Twittera xwe eşkere kir, wî ji bo Tirkiye ji krîzê derkeve 13 xalên çareseriyê ji Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re pêşniyaz kirine. Lê Erdogan nerazî nebû û got ku Kiliçdaroglu bi hêzên ku karê Dolar dikin tevdigere.
Li gor Kiliçdaroglu, yê ku hevpeymanê hêzên mezin e û karê Dolar dike, Erdogan e. Ji ber ku Erdogan ji welatiyên hejar daxwaze Dolar û zêrên xwe bikin Lîreya Tirkî, lê Erdogan ji alîgirên xwe yên milyardêr vê daxwazê nake.
Bi sedema zindanîkirina keşeyê Amerîkî û çend nakokiyên siyasî, Amerîka çend sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û ji encama wan, nirxê Lîreya Tirkiyê daket û ziyanên mezin li aboriya Tirkiyê bû.
S. B